Destpêk
Ji Wîkîpediya
Hûn bi xêr hatin Wîkîpediya kurdî
Pêwendî · Çapemenî · Dîroka Wîkîpediya · Statîstîk · Zimanên din · Alîkarî
Nûçeyên Wîkîpediya
Li gor agahiyên nefermî encamên hilbijartinên Kurdistanê hêdî hêdî dertên holê. Li gor van encaman Lîsteya Kurdistanî dibe yekem, ya Goran (guhertîn) dibe duyem û ya Îslamiyan jî dibe a sêyem. Lîsteya Kurdistanê li parêzgehên wek Dihok û Hewlêrê di pêşde ye û ji % 75 deng vergirtiye. Li Silêmaniyê jî Lîsteya Goran li pêş e. Her weha ji bo Serokatiyê jî tê ragihandin ku Mesûd Barzanî li Hewlêr û Dihokê bi rêjeyeke % 75 li pêş e. Li gor van encamên ne fermî ê di parlamentoyê de belavbûna 111 kursîyan jî wisa bibin: Lîsteya Kurdistanî 54 an 55 Parlamenter Lîsteya Goranê 28-30 parlamenter Lîsteya Îslamî jî 15 parlamenter Her weha ji gelê din yên herêmê re jî 11 kursî hatine veqetandin.
'Şirnex: 2 DTP-yî kuştî hatin dîtin' Duh li Elka (Beytuşebab) ser bi Şirnexê ve du kes li binê kendalekî li rex riyekê kuştî hatin dîtin. Nevên yên kuştî Necman Ölmez û Ferhat Edîş in. Ew endamên DTP-ê ne. Otomobîla wan jî di kendalî de werkirî hat dîtin. Li or agahiyan berê bi keviran li sînga wan hatiye dayin pişt re jî gulle hatiye berdan serê wan. Kujerên van herdu kesan û sedemê kuştina wan hê nehatiye zelalkirin.
'Êzîdîtî li Rûsyayê bû ola fermî' Rûsyayê li ser daxwaza êzîdiyan lêkolîna xwe bi dawî kir û êzîdîtiyê wek ola fermî qabûl kir. Wezareta dadê ya Rûsyayê li ser daxwaza serok û komelaya êzîdiyan dest bi amadekariyan kir û lijneyeke ji pispor û şewirmendan amadekir da ku ew di derheqê êzîdîtiyê de raporekê amade bikin. Di raporê de tê diyarkirin ku êzîdîtî di sedsalên 14-15an de ji olên wek zerduştî, xiristiyanî. îslam û manîtîyê tesir wergirtiye û ew ol baweriyeke kevnare ya Mezopotamyayê ye.
'Cara ewil di nasnameyê de Zerduştî hat nivisîn'
Kurdek bi navê K.M ji bo ku di nasnameya xwe de ji divla "ola îslamê" "êzdî" binivîsê serî li Mudurîyeta Nifûsê ya Îstenbol da. Lê Mudirîyetê bi egera ku êzdîtî ne ol e qebûl nekir. Li ser vê jî K. M cara duyem serî li Mudurîyetê da û xwest ku vê carê jî ji divla êzdîtî " Zerduştî" di nasnamya wî de bê nivîsîn. Vê carê Mudurîyet daxwaza K. M qebûl kir û ji nasnamya wî Ola îslamê derxist "zerduştî" ji divlê re nivîsî. Piştî serdana K. M biraziyê wî jî bi heman sedemî serî li Mudurîyeta Nifûsê da û daxwaza wî jî hate qebûlkirinGotara hefteyê
Napoleon Bonaparte, (1769-1821) yek ji mezintirîn serokên Fransa yên piştî şoreşa sala 1789'an û yê ku tamar û çemikên wê di civaka Fransa de bicihkir bû. Napoleon di 15'ê gelawêja sala 1769'an ji malbateke îtalî ya xwenedan li girava Korsîkayê hat cîhanê. Li gel ku ji mala Bonaparte ti kesî karê leşkeriyê nekiribû jî Napoleon di şanzdeh saliya xwe de bû serbaz (lieutenant).
dewam...Wêneyê hefteyê
Cejna we ya Newrozê pîroz be!
Soranî (سۆرانی)
بەخێر بێن بۆ ویکیپیدیا
زانستنامەیەکی ئازاد کە هەموو کەسێک دەتوانێت دەستکاریی بکات. بۆ بینینی وتارە سۆرانییەکان، تکایە سەردانی ماڵپەڕی
Zazakî
Şima xêr ameyî!
Îtîya de Wîkîpediya, ensîklopediya verên bi ziwanê kurdkî vecîyena. Ina ensîklopediya azadî her merdim bese keno nuşteyan binuso yan zî bivurno.
Malbata Wîkîmedia
Commons Wêne û mêdyayên din |
Wîkînûçe Nûçe |
Wîkîferheng Ferheng |
|||
Wîkîgotin Gotinên kesan |
Wîkîpirtûk Pirtûk ji bo zanînê |
Wîkîçavkanî Çavkaniya azad |
|||
Wikispecies Directory of species |
Wikiversity Platforma fêrbûnê |
Meta-Wîkî Koordînasyon |